Qaymeqamê Şenaglê hoşdarîya vegerana Daişê bo wê deverê dide

Mehma Xelîl, qaymeqamê qezaya Şengalê û hevdem şîretmendê karûbarên Êzdîyan di perlemana Kurdistanê de, hoşdarîya vegerana Daişê bo Şengalê dide.

K24-Hewlêr

Mehma Xelîl, qaymeqamê qezaya Şengalê û hevdem şîretmendê karûbarên Êzdîyan di perlemana Kurdistanê de, hoşdarîya vegerana Daişê bo Şengalê dide.

Di hevpeyvînekê de li gel Kurdistan24 qaymeqamê qezaya Şengalê ragehand: Bi egera kontirolnekirina sinûran, çekdarên Dişê xwe xwe dixin deverê û metirsîya vegerana Daişê bo şengalê heye.

Mehma Xelîl, tekez jî kir, devera Şengalê devereke aram nîne û pêdivî bi tenahî û akincîyê heye, çunku eger dever aram nebe awareyên Şengalê nekarin vehgerin Şengarê.

Berê jê Mehma Xelîl, qaymeqamê Şengalê, li ser duristkirina devera aram li bakûra Suriyê û gefên li pêşîya vegerana Êzdîyan bo deverên xwe, beyannameyek belav kiribû û têde arîşeyên ewlehîyê xistibûn berçavan.

Di beyannameya qaymeqamê Şengalê de hatibû: Duristkirina devera aram li bakura Suriyê, bandoreke nerênî dibe li ser Şengal, Deşta Neynewa û deverên sinûrî li gel Suriya. Herweha diber egera vegerana Daişê bo deverên sinûrî û nemaze jî Şengalê.

Dibêje jî: Duristkirins deverke aram li Suriyê ku Tirkiye û Emerîka serperiştîya wê bikin, bandoreke nerênî dê hebe li ser ewşa Şengalê û Deşta Neynewa û deverên sinûrî li gel Suriyê.

Mehma Xelîl, ji bo vegerandina Êzdîyan jî bo deverên xwe, pêşnîyaz kir ku deverke aram bo vegerandina Êzdîyan bihêt durist kirin û Emerîka, hikumeta Îraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê serperiştîya wê deverê bikin.

Her di wê beyannameyê de qameamê Şengalê tekez kir ku egera nevegerana Êzdîyan bo deverên xwe ji encama hebûna PKK ye li ser çiyayê Şengalê ku rêzê ji yasayên Îraqê nagire û pêşêlkarîyan encam dide.

Qaymeqamê Şengalê xuya jî kir, deverên wan bo PKKyê bûye pêgeheke aram û çavkanîyek bo çekdarkirin û peredarkirina xwe.

Herweha got: PKK tuhmetbarkir ku bi hevkarîya pişkek ji eşîrên Ereban destên wan li gel Daişê hebûye.