Li Qamişlo teqîn rû da û zêdetirî 10 qurbanî hene

Li Qamişlo teqîn rû da û zêdetirî 10 kesan jî birîndar bûne.

K24- Qamişlo

Li Qamişlo teqîn rû da û zêdetirî 10 kesan jî birîndar bûne.

Li taxa Wista ya bajarê Qamişlo teqîneke bihêz di riya otomobîleke bombekirî  li nêzîkî dêreke Kristyanan li çargoşeya ewlekariyê teqiya.

Ligor zanyariyên Nûçegihanê Kurdistan 24 heta niha zêdetirî 10 welatiyan birîndar bûn e ku birîna yekî ji wan giran e,  û birîndar ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin, û  ziyanek mezin gihiştiye avahiyên derdora cihê teqînê.