Cîgir Serokê CHPê: Rîya çareserîya Kurdî parlamento ye

Li Tirkîyê karvedanên biryara CHPê ya li Şaredarîya Stenbolê vekirina kursa zimanê Kurdî didomin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Tirkîyê karvedanên biryara CHPê ya li Şaredarîya Stenbolê vekirina kursa zimanê Kurdî didomin. Tê çaverêkirin ku di heyama nû da kursên Kurdî li Stembolê dest pê bikin. Cîgir Serokê CHPê Yildirim Kaya dibêje, divê li gorî daxwaza Kurdan polîtîkaya perwerdeya bi zimanê Kurdî bê dîyarkirin. HDP jî biryara CHPê erênî dibîne û dibêje perwerdeya bi zimanê Kurdî divê bê dayîn. Her wiha her du partî jî tekezî dikin ku divê kêşeya Kurd bi rîyên diyalog û mizakereyê li Parlamen bê çareserkirin.

Li Tirkiyê partîya mixalefet; ya sereke CHP ku di hilbijartinên dawî yên herêmî da rêveberîya bajarên mezin yên Tirkîyeyê bidest xist, biryar da ku di bin banê Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê da cara yekem kursa perwerdeya zimanê Kurdî veke. Di vê çarçoveyê da Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu berîya demekî li Stembolê li gel 20 mamosteyên zimanê Kurdî ku nehatine tayînkirin civîya û soza kursa Kurdî da wan. Ev demek e ku di sîyaseta navxweyî ya Tirkîye û Bakur da mijara perwerdeya bi zimanê Kurdî tê nîqaşkirin.

Cîgirê Serokê Giştî û Berpirsê Lijneya Perwerdeyê yê CHPê Yildirim Kaya, dide zanîn ku ew niha ji bo nûkirina rapora CHPê ya derbarê meseleya Kurd dixebitin û perwerdeya bi zimanê zikmakî jî qonaxeke girîng ya vê kêşeyê ye.

Yildirim Kaya ji K24ê re got: "Divê li bajarên Kurdan û li bajarên wek Stenbolê ku nifûsa Kurdan lê zêde ye, li ser perwerdeya bi zimanê zikmakî nêrîna Kurdan bê girtin. Divê ev yek li qadê bê nîqaşkirin û li gorî wê polîtîka bên dîyarkirin. Lê berîya her tiştî divê demokrasî pêk were. Heke demokrasî tunebe perwerdeya bi zimanê Kurdî û aştî jî nemimkun e. Rîya çareserîyê jî meclîs e."

Berdevkê HDPê Gunay Kubilay jî li ser biryara CHPê ya vekirina kursa Kurdî dide zanîn ku her çiqas ev biryareke derengmayîbe jî dîsa ew vê biryarê erênî dibînin û ew hêvî dikin meseleya Kurdî bi dîyaolg û mizakereyan bê çareserkirin.

Gunay Kubilay dibêje: "Li Tirkîyê meseleya Kurd meseleyeke berfireh ya sîyasî û civakî ye. Yek ji perçeyên vê kêşeyê jî perwerdeya bi zimanê Kurdî ye. Çiqas derengî mabe jî em biryara CHPê erênî dibînin. Lê divê li gel van kursên zimên, êdî şaredarî bi pir zimanî jî xizmeta gel bikin. Heke em behsa çareserîyeke demokratîk bikin divê êdî rîyên diyalog û mizakereyê bê vekirin. Ji loma em jî dibînin rîya çareserîyê parlamen e."

CHP ku partîya damezrîner a Komara Tirkîyê ye, bi rijdbûna xwe ya li dijî Kurdan tê zanîn piştî pergala nû ya Tirkîyê pirsgirêka Kurdî xiste rojeva xwe. Niha jî tê çaverêkirin ku CHP rapora pêşnîyazên çareserîyê yên bo meseleya Kurdî di heyama nû da eşkere bike.