Şanda Rêveberiya Xweser pirsa Kongreya Netewî bi HDK û HDKÎ re guftûgo kir

Şandeke partiyên Rojavayê Kurdistanê yên di Rêveberiya Xweser de ne bi serdana her yek ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-Î) kir.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke partiyên Rojavayê Kurdistanê yên di Rêveberiya Xweser de ne bi serdana her yek ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-Î) kir û ezmûna Rojavayê Kurdistanê û egerên pêşhatên li Rojhilata Navîn û pirsa kongreya netewî ya Kurd hatin guftûgokirin.

Şandeke Partiyên Rojavayê Kurdistanê ku ji 4 partiyan pêk hatibû duhî serdana her du aliyên demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê kir û li yekem westgeha serdanê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) Mistefa Mewlûdî ve pêşwazî lê hate kirin.

Şanda partiyên Rojava ji Hevserokê PYDê Şahoz Hesen, Serokê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemedê Mûsê, Serokê Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî Cemal Şêx Baqî, Cîgirê Serokê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Mistefa Meşayix û nûnera Kongreya Star pêk hatibû. Wek wê şandê ragihandiye, armanca wan ji vê serdanê ew e, egerên guhartinên li navçê bibin, bi her du partiyên Rojhilatê Kurdistanê re guftûgo bikin.

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen derbarê vê serdanê de ji K24ê re got: “Piştî pêvajoya serkeftina me li hember DAIŞê û pêşketinên niha li herêmê çê dibin, bandora wê li ser her çar perçeyên Kurdistanê hene, ji bo vê me girîng dît ku em aliyên Kurdistanî jî bibînin nerîn û fikrên xwe bi hevdu re parve bikin.”

Di civînê de şanda Rojavayê Kurdistanê ezmûna xwe di rêvebirina Rojavayê Kurdistanê de û çawaniya rûbirûbûna pirsgirêkên xistin ber guftûgoyê. Partiya Demokrata Kurdistanê jî têbîniyên xwe li ser rewşa navçê û ezmûna Rojavayê Kurdistanê vegotin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) Mistefa Mewlûdî ji K24ê re got: “Wan behsa pêşveçûna pirsa Kurd li Sûriyê kirin, ev jî li cem me tiştekî nû bû. Tabî me jî behsa ezmûn û têgihîştina xwe li ser rewşa siyasî kir.”

Şanda Rojavayê Kurdistanê di dirêjahiya serdana xwe de ligel şandeke Rêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-Î) bi serokatiya Berpirsê Giştî yê partiyê Mistefa Hicrî civiya.

Berpirsê Navenda Siyasî ya HDK-Î Hesen Şerefî ji K24ê re da zanîn: “Li cem cihê dilxweşiyê bû ku pirs û doza Kurd bi giştî û li her çar perçeyên Kurdistanê guftûgo kir. Herwiha taybetmendiyên tevgera Kurdî li her perçeyeke Kurdistanê û astengiyên li pêş Kurd bo gihîştina bi armancan li wan perçeyan guftûgo kirin.”

Di civînên şanda Rojavayê Kurdistanê bi her du aliyên demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê re, pirsa pêkanîna Kongreya Netewî ya Kurdî û dirustkirina komdengiyekê di navbera aliyan de hate behskirin.