Şandeka hikumeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

Cigirê serokê Perlemana Îraqê aşkera dike, li dû rojên dahatî, şandeke hikumeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê û li gel berpirsên hikumeta Îraqê dê bicive.

K24- Hewlêr

Cigirê serokê Perlemana Îraqê aşkera dike, li dû rojên dahatî, şandeke hikumeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê û li gel berpirsên hikumeta Îraqê dê bicive.

Dr. Beşîr Hedad, cêgirê serokê Perlemana Îraqê di kongireyeke rojanmevanî de ragehand: Piştî pêkanîna kabîneya nehem a hikumeta Herêma Kurdistanê û kabîneya nûya hikumeta Îraqê, peywendîyên Hewlêr û Bexdayê kevtîne di qonaxeke nû de, ku qonaxa pêngav havêjtinê ye bo çareserkirina wan arîşeyên di navbera herdû alîyan de hene.

Amaje bi wê yekê jî da: Delîveyeke baş li Îraqê hatîye pêş û vîyana çareserkirina arîşeyên di navbera Bexda û Hewlêrê heye.

Beşîr Hedad got jî: Çend komîteyek di navbera herdû alîyan de hatîne pêkanîn bo dosêyên Petrol, Budce, Mûçe, Madeya 140 û dûsêyên ewlakarî û sîyasî.

Tekez jî kir: Evro yan sube, şanda hikumeta Herêma Kurdistanê dê bigehe bexdayê û ûmêd heye di dema mehekê yan dû mehan de gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê bigehin aramca xwe, çunku hêj Bexdayê kar lin ser budceya sala 2020 dike û heya meha 12 divê budce bihêt şandin bo perlemanê. Lew eger divê demê de Herêma Kurdistanê û Bexda negehin rêkkevtinê,) burandina budceyê di perlemana Îraqê de girçine (zehmete).