Tirkiye û Rûsya amadeyiya Rêkeftina Duyem ji S400an re dikin

Ligor Ajansa Reuters, Serokê dezgeha bergirî ya Serokomariyêa Tirkiye Ismaîl Demir, ji rojnamevanan re ragihandiye, Tirkiye û Rûsya di pêwendiyên vajokirina rêkeftinek duyem a mûşekên S400an de ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor Ajansa Reuters, Serokê dezgeha bergirî ya Serokomariyêa Tirkiye Ismaîl Demir, ji rojnamevanan re ragihandiye, Tirkiye û Rûsya di pêwendiyên vajokirina rêkeftinek duyem a mûşekên S400an de ne.

Herweha Reuters diyar dike, ku rêkeftinek di navbeyna Enqere û  Moskow de beriya meha Nîsanê ya sala pêşya me, dikare were vajokirin.

Demir aniye ziman, ku pêwendî ligel Amerika jî, derbarê Patriotan hene, lê Tirkiye dê ligor berjewendiyên xwe yên neteweyî tevbigere.

Rêkeftin û kirîn a S400an ji Rûsya, krîz di pêwendiyên Amerika û Tirkiye de peyda kiribû, lê Enqere liser aktîvkirina mûşekên S400 bibiryar e. Serokomar, Wezîrê Derve û Wezîrê bergirî yên Tirkiye gelek caran diyar kirin e, ku S400 dê werin bikaranîn.

 

 

 

C.B