Baregeha Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî xelkê Bakurê Kurdistanê kir

Baregeha Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbatên qurbaniyan kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama erdheja şeva bûrî ya li Bakurê Kurdistanê rû daye û canjidestana 23 kesan û birîndarbûn bi sedan kesên din, Baregeha Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbatên qurbaniyan kir.

Şeva bûrî 28 caran li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê erd hejiya, navenda erdhejê li bajarê Xarpêtê bû. Erdheja yekem bi tundiya 6.8 pile li pîvera Rîchterê bû û erdheja deyem jî bi tundiya 5.4 pile bû. Herwiha li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê jî hest pê hate kirin.

Li gor amarên destpêkê, heta niha li bajarên Xarpêt û Meletiyê 23 kesan canê xwe jidest dane û bi sedan jî kes birîndar bûne. Herwiha hejmarek ji xanî û avahiyan jî herifîne.

Deqa peyamê:

Bi mixabiniyeke mezin şeva bûrî di encama erdhejeke bihêz de li Bakurê Kurdistanê û mavçeyên Kurdnişîn ên Tirkiyê hejmarek ji welatiyan canê xwe jidest dan û hejmareke mezin jî birîndar bûne.

Serxweşî û hevxemiya xwe ji kesûkarên wê rûdana diltezîne re radigihînin û xwe bi hevbeşê xema wan dizanin û hêviya çakbûnê jî ji birîndaran re dixwazin.

Hêvîdar in bi zûtirîn dem de hawarhatin û hevkariyên pêwîst bigihin kesên bûyer bi serê wan de hatiye.

 

S. B