Selahedîn Behaedîn: Di pirsên nîştîmanî û giştî de yek rêzîya Kurd diparêzîn
K24- Hewlêr
Selahedîn Behaedîn, emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamî di hevpeyvîneka taybet de bo Kurdistan 24 ragehand: Ew dixwazin bo qonaxa ayînde, Kurdistan bi akincîyeka sîyasî û abûrî re bibûre.
Hêvî jî xwazt, encamên erênî ji guhertinê vê dawîyê çê bibe û got: Me nevêt guhertinên niha tenê guhertina serûçavan be û hêvîdarîn pêngav ber bi çaksazîyê ve biherin. Evê yek jî erkê yek alîyê nîye ; lê her yek ji me li gor qebareya xwe erk dikeve ser milên wî.
Emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamî aşkera jî kir: Ew wek Yekgirtûya Îslamî di pirsên nîştîmanî û giştî de yek rêzîya Kurd diparêzin û di pirsên taybet de opizisyon dibin.