Sûriye: Israil bi mûşekan Şam kir armanc, lê mûşek hatin jinavbirin

Medya fermî ya Sûriyê radighîne, Îsrailê Şam bi mûşekan kiriye armanc û sîstema berevaniya asmanî ew mûşek jinav birin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Medya fermî ya Sûriyê radighîne, Îsrailê Şam bi mûşekan kiriye armanc û sîstema berevaniya asmanî ew mûşek jinav birin e.

Ajansa Fermî ya Sûriyê SANA liser zarê çavkaniyek leşkerî ya Sûrîyê ragihand, Îşev Îsrailê Şam bi çend mûşekan kiriye armanc û sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê ew mûşek jinavbirin e.

Ji aliyê xwe ve, medya Îsrailê belav kiriye, wan pêgehên Îranê li devera Kiswê ya başûrê rojavayê Şamê kiriye armanc.

Heta niha ti zanyarî liser ziyanên canî û madî nehatine belav kirin.

Beriya niha jî Îsrailê çendîn caran, pêgehên Îranê li nav xaka Sûriyê kiribû armanc.

 

 

 

C.B