Agir hêviyên cotkarên Rojavayê Kurdistanê şewitand

Agir bi dexl û danên cotkarên 28 gundên Tirbesipiyê yên Rojavayê Kurdistanê Rojavayê ket û bi hezaran zeviyên ceh û genim şewitîn. xelkê Rojava di metirisiyê de ne ku zeviyên mayî jî werin şewtandin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Agir bi dexl û danên cotkarên 28 gundên Tirbesipiyê yên Rojavayê Kurdistanê Rojavayê ket û bi hezaran zeviyên ceh û genim şewitîn. xelkê Rojava di metirisiyê de ne ku zeviyên mayî jî werin şewtandin.

Piştî şerê leşkerî ,şerê armanckirin û têkbirina abûriya Rojavaye Kurdistanê dest pê dike, li her deverê dîmenên şewtandina zeviyan têne dîtin û her carekê bi hezaran hêktarên genim dişewitin. Bi tenê di du roja bûrî de berhemên 28 gundan ku dighêje nêzî 15 hezar Hêktar, li gundewarê Tirbesipiyê şewitîn.

 

Ji hêleke din ve hejmareke din ji zeviyan li gundewarê Qamişlo û Amûdê jî şewitîn. Xelkên gundan Bi alavên destpêkî û bi alîkariya agirkujan hewladanên vemirandina agir dikin, lê tevî wilo jî ziyanên pir mezin bûne.

Welatiyê Kurd Ebdilqedir ku 50 Donim genimê wî lê pêş çavên wî şewitîn û nekarînên wan ên vemirandina agir nebûn û tîmên agirkuji jî nekarîn wî agirê gur vemirînin.

Ebdilqadir ji K24ê re got: Demjimêr 1ê nîrvo agir pêket. Em derketin hawarê û li ser rê me dît agir gihîşt Girê Pirê û gur bû, ne kesî karîbû vemirîne û ne kesî karîbû nêzîk bibe. Bayekî xurt hebû û agir gurtir bû û derbasî nava gundan jî bû û derdora me hemû şewitî. Agir tiştek di gund nehîşt. Xwedê bi hawara me ve bê.

Dîndar ku ji gundê Girdêm ye ew jî dibêje: Wek hûn dibînin, Girdê hemû şewitî û agir kete nav malan jî û xelk ji malên xwe derketin û çûn ser gir ta xwe ji agir biparêzin û gelek kes tiştên xwe yên sivik derxistin û li otombîlan siwar bûn ta xwe rizgar bikin. Agir û mij gund bi tememî girt.

 

 

Roja Duşemê 10ê vê mehê agir bi ceh û genimên gundên Xezne, Hasode, Soqiyê, Hemara, Taye, Xirbet El Bîr, Sihil, Qesrok, Mihemed Ziyab, Tenoriyê, Biyaze, Sîhe Mezin û biçûk, Leylan, Xerdokê, Beşîriyê, Kendel Sîd, Girê Berî, Girdaho, Girşêran, Girdê, Mizfegt, Xizêmok, Nebohe, Dirîcîk, Meşoq Gul Hesenak, Girbikêl û Dêrona Qulinga yên navçeya Tirbesipiyê ketibû.

Li gor zanyariyan, tenê li navçeya Tirbespiyê nêzîkî 15 hezar Hikar ceh û geniman şewitîn û para gundê Girdêm zêdetir ji 500 Hiktar bû.