Wezareta Pêşmerge daxwazîya rakan Cibûrî red dike û civînên pirsa vegerana Pêşmerge bo Kerkûkê dest pê dike

Wezreta Pêşmerge daxwazîya Rakan Cibûrî, parêzgarê sepandî bi ser Kerkûkê re bo vekişandina hêzên Pêşmerge ji hemû sinûrê rêvebrîya Kerkûkî red dike.

K24- Hewlêr

Wezreta Pêşmerge daxwazîya Rakan Cibûrî, parêzgarê sepandî bi ser Kerkûkê re bo vekişandina hêzên Pêşmerge ji hemû sinûrê  rêvebrîya Kerkûkî red dike.

Ferîq Cemal Îmînkî supasalarê hêza Pêşmerge bi Kurdistan24 re ragehand, daxwazîya Rakan Cibûrî ti beha nîne û bi ti awayekê pêşmerge ji sinûrê niha navegere paş.

Hevdem gotebêjê firakisyona Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) di perlemana Îraqê de, dibêje: Rakan Cibûrî lew daxwazeka weah dike çunku dizane niha Pêşmerge ji hemû deman nêzîktire ku vegere kerkûkê.

Di demên bûrî de behsê vegerana Pêşmerge bo Kerkûkê dihat kirin, lê bi vajîya ku dihêt çaverê kirin, parêzgarê sepandî bi ser kerkûkê re di yadaştekê de daxwaza wê yekê kirîye ku hêza Pêşmerge li tevaya sinûrê rêveberîya parêzgeha Kerkûkê biçin derve .

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê wek alîyê dûyemê nakokîyê , daxwazîyên Rakan Cibûrî bi namaqûl dizane . Ferîq Cemal Îmînkî, sûpasalarê Pêşmergejî bi aşkera dibêje: Em pabned nabîn.

Daxwaza vekişandina hêzên Pêşmerge ji alîyê parêzgeha sepandî bi ser Kerkûkê re daye Civata Nwênerên Îraqê. Mîran Mehemed, gotebêjê firakisyona YNKyê di perlemana Îraqê de  jî, daxwazîya Rakan Cibûrî bi wê yekê girê dide ku niha ji hemû deman zêdetir pirsa vegerîyan Pêşmerge bo Kerkûkê nêzîk bûye.

Berê di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanîya Îraqê de çend civîn hatibn encamdan bo asayîkirina rewşa deverên nakokî li ser û çend Komîteyekên hevpişik hatine pêkanîn. Kurdistanê 24ê jî zanîye ku Hewlêr û Bexda bi van nêzîkan civînên nû encam didin bo pirsa vegerîyan Pêşmerge bo Kerkûk û deverên nakokî li ser.