Li stenbolê Festîvala Ciwanan bi keyf û şahî çû serî
K24- Stenbol
Li Stenbolê îsal duyemîn festîvala ciwanan li Kuçukçiftlik Parkê birêve çû. Ciwanên beşdarî festîvalê bûyîn, bi çalakiyên cuda cuda û bi komên herêmî yên pop muzîkê, keyf û şahî kirin.
Duyemîn festîvala ciwanan ku li navçeya Beşîktaş a Stenbolê birêve çû, dîmenên rengûreng derxistin holê. Di festîvalê de li gel konsertan, pêşbaziyên e-werziş, kargehên cuda, derfeta naskirina kesên navdar û çalakiyên bi coş û beşdarvan hatin ba hev. Ciwanên beşdar, sipasiya wan kesan kirin ku ev derfet pêşkêşî wan kiribûn.
Welatîyek dibêje:"Ez hem ji bo muzîkê hem jî ji bo lîstokan hatim vê derê. Em dê li vir, bi hevalan re pêşbirkê bikin. Ez dixwazim di lîstokan de serbikevim. Festîvaleke gelek xweş û rengîn e."
Welatîyek dî dibêje: Bi taybetî ji bo lîstokan hatim vir û heta ji me tê em dê keyfê bikin. Atmosferekî gelekî xweş li vê derê heye. Heta derengiyê em dê keyf û şahiyê bikin."
Ciwanên ku derfeta beşdarbûna çalakiya îmzeyan ya lîstikvanên e-werzişê dîtîn, herwiha derfeta beşdarbûna çalakiyên cuda jî bi dest xistin.
Welatîyek din got:"Di gel hevalên xwe ez wextên gelek xweş derbas dikim. Dê di festîvalê de bi dilê xwe keyfê bikim û li benda konsertên êvarî bimînim. Festîvaleke pir xweş û rengîn e. Pêwîstiya ciwanan bi vê heye."
Di konê gamîngê de gelek pêşbirkên e-werzişê birêve çûn û ciwanan, bi konsertên heta derengiya şevê didomin, rojeke bêhempa derbas kirin.