Li Enqere, lêpirsîn li 10 Parlamenterên HDPê û CHPê tê kirin

Li Paytexta Tirkiyê Enqere, di derbarê 10 Parlamenterên HDPê û CHPê de, lêpirsîn hate destpêkirin.

K24- Hewlêr

Li Paytexta Tirkiyê Enqere, di derbarê 10 Parlamenterên HDPê û CHPê de, lêpirsîn hate  destpêkirin.

Li Enqerê, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu  jî  di nav de,  di derbarê  10 Parlamenterên CHPê û HDPê de, lêpirsîn hat destpêkirin.

Ev lêpirsîn, bi armanca rakirina parezbendiya parlamenteran hatiye amade kirin, û pêşkêşî Serokê Parlamenê  hatiye kirin.

Parlamenterên ku navên wan di nav lêpirsînê de derbas dibin, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ligel 4 Parlamenterên heman partiyê, 5 Parlamenterên HDPê û yêk parlamenter jî, ji partiyên din xistin e ber lêpirsînê.