Mesrûr Barzanî : Pêwîste wek Herêmeke destûrî reftar li gel Kurdistanê bihêt kirin

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, evro, 19/9/2019 di perawêza ahenga yekem gera derçûyî yên zankoya Emerîkî Kurdistan li Dihokê, li Mehemed Helbûsî, serokê Civata Nwênerên Îraqê kom bû.

K24- Dihok

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, evro, 19/9/2019 di perawêza ahenga yekem gera derçûyî yên zankoya Emerîkî Kurdistan li Dihokê, li Mehemed Helbûsî, serokê Civata Nwênerên Îraqê kom bû.

Di kombûnê de serokê Civata Nwênerên Îraqê, xweşhalîya xwe nîşan da bi banghêşta fermî bp pişikdarîkirinê di ahengê de û got: Dîtina dostên me li Herêma Kurdistanê bi delîveyeke baş dazanîn, hest bi xweşhalîyê dikim dema dibînim Herêma Kurdistanê  di gelek waran de pêş dikeve.

Helbûsî peywedîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê bi baş pesin kir û got: Daixwazîn bigehîn zemîneyeke guncayî ya hevpişik bo çareserkirina pirsgirêkan, Em bi ti awyekê qebûl nakîn ziyan bigehe hevwelatîyên Herêma Kurdistanê, ev yek jî binemayeke û em pê re pabendîn.

Helbûsî amaje bi henek axivtinên cuda kir derbarê herêma Kurdistanê hatîne gotin û ragehand: Ew axivtin guzarişt û derbirînê ji helwêsta Bexdayê nakin û tekez kir ku ti helwêsteke nerênê beranber bi Herêma Kurdistanê nîne.

 Ji alîyê xwe ve jî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, hêvî xwazt ku bigehin çareserîyeke bingehî bo tevaya pirsên nakok û got: Em amadeyîne tevaya arîşeyan li gor destûrê çareser bikîn, geşbînîn ku bigehîn çareseryekê. Got jî: Serkevtina Kurdistanê serkevtina hemû Îraqê ye, yekalîkirina pirsên nakok jî di berjewendîya Hemû alîyan de ye.

Serokê wezîran tekez  li ser wê yekê kir,  ku pêwîste reftakirin li gel Herêma Kurdistanê wek herêmeke çespayî ya destûrî be. Tekez kir li ser giringîya hevkarîya ewlekarîyê di navbera Herdû alîyan de bo berengarbûna şaneya Daişê ku heya niha gefin li hinek deverên welat.

 Di dawîya dîdarê de, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî li hevahengîya baş a di navebra hêzên Îraqî û hêzên Pêşmerge bo ji navbirina pêgehên Daiş ku li hinek deveran mane.