5 mûşek li nava mezintirîn binkeya serbazî ya Amerîkî li Iraqê ketin

Pênc mûşek li nava binkeya serbazî ya Amerîkî li Eyn Esed li rojavayê parêzgeha Enbarê ya Iraqê ketin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Pênc mûşek li nava binkeya serbazî ya Amerîkî li Eyn Esed li rojavayê parêzgeha Enbarê ya Iraqê ketin.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya ser bi Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ve ragihand, îro pênc mûşek li nava binkeya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê ketin, bêyî ku ziyanên bûne yan cureya mûşekan nîşan bide.

Binkeya Eyn Esed mezintirîn binkeya serbazî ya Amerîkî li Iraqê tê zanîn, di dawiya meha bûrî de Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence bi nehênî serdana wê binkeyê kiribû û ligel serbazên welatê xwe civiyabû.

 

S. B