Balyozxaneya Emerîkayê li Bexda tundûtîjîyên Îraqê şermezar dike
K24- Hewlêr
Balyozxaneya Emerîkayê li Bexdayê di daxyanêyekê de ragehand, waşitun bi giringî ve li rewşa Îraqê dinere û bi hemû şîyanên xwe ve piştîvanîyê li asayîşa Îraqê û pêşkevtina Îraqê dike, berevanîyê li gelê wî jî dike dijî girûpên tundrew û karvedan jî dê hebe beranber ewên dixwazin serwerî û demokratîya Îraqê biçemînin.
Herweha di daxuyanîyê de hatîye, di demekê de ku cîhan çavdêrîya bûyerên Îraqê dike, dema wê yekê hatîye ku hikumet û serkirdeyên sîyasêyên wî welatî bilez û bicidî bersiva hewelatîyan bidin ku çaksazîyê dixwazin. Bi şikandina vîyan û îradeya gelê wî ti ayîndeyek nabe.
Di daxuyanîyê de, balyozxaneya Emerîkayê kuştin, revandina xwenîşanderên sivîl, gefkirin li azadîya radebirînê û berdewamîya tundûtîjîyên Îraqê şermezar dike.
Tekez jî kirîye, pêwîste Îraqîyên azadîxwaz bi ser xwe biryara taybe derbarê ayndeya welatê xwe bidin.