Yekem karwana Polîsên Leşkerî yên Rûsî gihîşt bajarê Kobanê

Di çarçova rêkeftina di navbera Rûsya û Tirkiyê de, îro yekem karwana Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê gihîşt bajarê Kobanê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçova rêkeftina di navbera Rûsya û Tirkiyê de, îro yekem karwana Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê gihîşt bajarê Kobanê.

Peyamnêrê K24ê li Kobanê Ridwan Bêzar da zanîn, îro piştî nîvro karwana Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê di ser pireya Oereqozaq re derbasî bajarê Kobanê bû.

Ev gava gihîştina Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê bo bajarê Kobanê piştî rêkeftina şeva bûrî ya di navbera Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li bajarê Soçî tê.

Yek ji xalên rêkeftinê ew e, Ji demjimêr 00:00 ji roja 23ê Cotmeha 2019an ve, Polîsa Leşkerî ya Rûsyayê û Pasewanên Sînor yên Sûriyê derbasî ser sînorê bi Tirkiyê re dibin, lê ew yek di navbera Girê Sipî û Serê Kaniyê yên di destê artêşa Tirkiyê de ne, lixwe nagire.

Derbasbûna Polîsa Leşkerî ya Rûsyayê û Pasewanên Sînor yên Sûriyê ji navçeyên sînorî re jî, ji bo hêsankirina vekişîna hêzên YPGê 30 K.M dûrî sînor e. Herwiha divê di heyama 150 demjimêran de proseya vekişîna YPGê bidawî bibe. 

 

 

S. B