Hevpeymaniya Navdewletî dest bi rahênana Pêşmerge dike

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji sibe ve careke din dest bi rahênankirina hêzên Pêşmerge dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji sibe ve careke din dest bi rahênankirina hêzên Pêşmerge dikin.

Cîgirê Supasalarê Pêşmerge Lîwa Qehreman Şêx Kemal ji K24ê ragihand, sibe Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dest bi rahênankirina hêzên Pêşmerge dikin.

Piştî ku berî çend rojan hêzên Almanî rahênan leşkerî ya bi hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê ji ber gefên Îranê rawestand, Wezareta Bergîriyê ya Almanya destpêkirina Pêşmerge ragihand.

Wezareta Bergîriyê ya Almanyayê ragihand jî, niha ti gefek nîn e û ew bi rahênankirinê berdewam dibin.

 

S. B