Wezîrê Derve yê Fransa encama serdana xwe ji Herêma Kurdistanê aşkere kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Fransayê berî ji Hewlêrê birê bikeve di konferanseke rojnamevanî de tekezî li ser dostaniya gelê Kurd û Fransayê kir.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian berî derbarê serdana xwe ji Herêma Kurdistanê re ragihand, “Serdana min bo rêzgirtin li Kurdistan û Pêşmerge bû, ji ber ku Pêşmerge bi ser DAIŞê de ket, ku rojekê gelekî ji vir nêzîk bûn.”
Jean-Yves Le Drian daxwaz kir, hikûmeteke federal û demokratî li Iraqê bê damezrandin û hişyarî wê yekî jî da, ku serîhildana DAIŞê hîna cihê metirsiyê ye.
Wezîrê Derve yê Fransayê dibêje, wî li Herêma Kurdistanê behsa rewşa Sûriyê kir û daxwaz kir ku rewşa bakurê Sûriyê bi aştiyane çareser bibe.
Wezîrê Derve yê Fransayê pesnê pêwendiyên dêrîn ên Serok Mesûd Barzanî û Serokên Fransayê kir û ragihand, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê dîrokî û dostane ne û şanaziyê pê dikin.
Herwiha spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji ber ku di salên dawî de bi sedan hezar koçber vehewandine.
S. B