Babacan: Pirsa Kurd bi demokrasiyê çareser dibe

Ali Babacan: Pirsa Kurd bi tûndiyê çareser nabe, bi demokrasiyê çareser dibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Cigîrê Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Alî Babacan dema avakirina partiya xwe eşkere kir. Partiya Babacan pêş serê salê ava dibe.

Babacan naverok û bernameya partiya xwe ji rojnameya Kararê re eşkere kir. Çareserkirina pirsa Kurd yek ji wan mijarên herî girîng ên xebatên partiya wî ye. Li gor Babacan pirsa Kurd bi tundiyê çareser nabe. Çareserî zêdetir demokrasî ye. Babacan herwiha jikardûrxistin a şaredarên HDPyê jî, rexne dike.

***

Li Tirkiyê nêzikê salekî ye avakirina partiyekî nû ji aliyê Cigîrê Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Alî Babacan ve dihat gengeşekirin lê nedihat zanîn ev partî dê kengê ava bibe û dixwaze çi bike.

Babacan bersiva pirsên bi vî rengî ji rojnameya Kararê re kite kit eşkere kir û ragihand: Partiya wî, dê heta 4 mehan ava bibe. Babacan navên damezrînerê partiyê eşkere nake, lê dide zanîn ko damezirînerên partiya wî,  xizmetkarê berê ya dema herî serkeftî yên AK-Partiyê ne û wî tîmek pispor heye.

Li ser pirsa gelo Serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gûl, dê di nava partiyê de cih bigre, diyar dike ko Abdullah Gul piştgirê sereke ya partiyê ye, lê naxwaze bikeve nava partiyeke siyasî.

Di derbarê xebat û bernameya partiya xwe de, Alî Babacan pirsên Tirkiyê datîne ser masê û dibêje, pirsa aborî, dad û azadiyê pirsên bingehîn ên Tirkiyê ne. Aborî dikare carnan baş carnan xirab bibe, lê dad û azadî meseleyên gelek ciddî ne. Di vê çarçoveyê de Babacan rexne li hikûmeta Tirkiyê digre û sedema bingehîn a rewşa aloz a Tirkiyê, bi dûrketina hejayî û prensîban ve girê dide. 

Di derbarê pirsa Kurd de jî dibêje, çareserkirina pirsa Kurd, yek ji wan xebatên wan ên herî girîng e. Pirsa Kurd bi tûndiyê çareser nabe, bi demokrasiyê çareser dibe. Ji bo çareseriyê, ew li ser stratejiyên nû xebat û amedekarî dikin.

Babacan destdanîna ser şaredariyên HDPyê jî, rexne dike. Li gor wî, divê dadgehên azad û serbixwe biryara jikardûrxistin a kesên hatî hilbijartin bide. Ger di demokrasiyê de hikûq were paşguhxistin, demokrasî vedigere otokrasiyê.

Tê çaverekirin, Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu jî partiyek cûda ava bike. Babacan wê mijarê jî zelal dike. Ji ber ko nêrîn û rê û rêbazên wan ên siyasî û mijarên ew girîngî pê didin ji hev cûda ne, partiyan wan jî cûda ye.

Beramberî avakirina her du partiyan Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî, ne bêdeng e. Erdogan hevrêyên xwe yên berê bi xayîntiyê tohmetbar dike.

 

 

 

C.B