Ji destpêka vê mehê ve, 6 serbazên Sûrî û 5 sivîl hatîne kuştin

Navenda Hemîm a Rûsiyayê belavkirîye, 6 serbazên hikumeta Sûriyê ji serê evê mehê ve li bakûra rojavaya Sûriyê Hatîne kuştin.

K24- Hewlêr

Navenda Hemîm a Rûsiyayê belavkirîye, 6 serbazên hikumeta Sûriyê ji serê evê mehê ve li bakûra rojavaya Sûriyê Hatîne kuştin.

Rêvebrîya Hemîm ya Rûsiyayê, Yûrî Borînkov, di daxuyanîyekê de ragehandîye, li parêzgeha Ladiqîye, Hema, Idlib û Helebê agirbest hatîye binpîkirin û ji destpêka evê mehê ve heya 12yê evê mehê, zêdetri ji 400 hêriş ji alîyê çekdarên Tehrîr Elşam û Artêşan Nîştîmanîya Sûriyê ve hatîne encamdan.

 Li gor daxyanîya wî berpirsê Rûsî, hêrişên çekdaran bûye sedema kuştina 5 welatîyên sivîl û 6 serbazên Sûrî. Herweha 10 kesên din jî birîndar bûne.

Amaje bi wê yekê jî hatîye kirin, ku komên çekdar firokeyên bê firokevan bikar dihînin. Yekîneyên artêşa Sûriyê jî karîbûn 4 ji wan firokeyan ji nav bibin.