Hêzên Amerîka ji Eyn Îsayê vedikişin

Hevpemaniya Navdewletî hêzên xwe ji binkeya Eyn Îsa li başûrê Kobanê vekişand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka karwanek ku zêdetir ji 30 otombîlên leşkerî pêk dihat ji binkeya Eyn Îsa li başûrê Kobanê vekişand.

Medyay opozîsyona Sûriyê ji ser zarê berpirsekî di nava HSDê de veguhastiye, duhî karwaneke leşkerî ya Amerîkî ji binkeya xwe ya li bajarokê Eyn Îsayê vekişiya û ber bi parêzgeha Hesekê ve çûye.

Got jî, sedema vekişandina wê hêza Amerîkî ji Eyn Îsayê neyê zanîn, lê leşkeran hemû alavên xwe yên taybet jî bi xwe re birine.

Serokê Amerîka Donald Trump roja 19ê Berçileya 2018an biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê dabû.

Berî du rojan jî Wezareta Bergîriyê ya Amerîka ragihandibû, wan dest bi vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê kirine û ewê tenê 400 leşkerî li wî welatî bihêlin.

 

S. B