HSD Encûmena Leşkerî ya Girê Spî damezrand

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo parastina Girê Spî û pêşkêşkirina alîkariyan jê re, encûmeneke leşkerî ya taybet bi bajarokê Girê Spî damezrand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo parastina Girê Spî û pêşkêşkirina alîkariyan jê re, encûmeneke leşkerî ya taybet bi bajarokê Girê Spî damezrand.

HSDê ji bo cara yekem Encûmena Leşkerî ya Girê Spî damezrand û di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe belav kir, ragihand, wê dest bi avakirina peykerê rêxistinî kiriye û sê armancên wê ji damezrandina vê encûmenê hene.

Li gor daxuyaniya HSDê, armancên wê ji damezrandina vê encûmenê ev in, yekgirtina tevahiya hêzên leşkerî û ewlehiyê, bikarxistina dezgehên leşkerî û beşdarîkirina serkirdatiya xwecihî di standina biryaran de.

Daxuyaniyê amaje bi wê da, damezrandina vê encûmenê di demekê de, gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê û egera avakirina herêma ewle bi hevrêziya bi Amerîka re berdewam in.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di Cotmeha 2015an de hat damezirandin, baskê leşkerî yê Rêveberiya Xweser li Rojhilatê bakurê Sûriyê ye û stûna wê ya sereke Yekîneyên Partiya Gel (YPG) ye û ji aliyê Amerîka ve tê piştevanîkirin.

 

S. B