Erdogan: Armanca operasyonê nehiştina avabûna dewletekê ser sînorê Tirkiyê ye

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan eşkere dike: Armanca operasyonê nehiştina avabûna dewletekê ser sînorê Tirkiyê ye.

K24- Hewlêr

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan eşkere dike: Armanca operasyonê nehiştina avabûna dewletekê ser sînorê Tirkiyê ye.

Erdogan di kombûnekê digel endam û revêberên partiya xwe de, armanca operasyona rojhilatê Firatê eşkere kir û ragihand: Armanca wan rê liber girtin a avabûna dewletekê ser sînorê Tirkiyê ye. Piştî wê operasyonê, armancên wan ên din jî hene, lê ew niha eşkere nake.

Erdogan di heman axaftina xwe de, gef li welatên Ewropayê jî xwar. Serokomarê Tirkiyê beramberî nerazîbûna Ewropayê ya ji operasyonê ragihand, ko ew dê deriyên sînor, ji penaberên, ko dixwazin biçin Ewropayê re vekin.