Nêçîrvan Barzanî: Danana Alaya Kurdistanê peyameke bo her Kurdekî neku tenê Kurdên Îraqê

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragehand, Herêma Kurdistanê piştîvanîyê li vemana hêzên Emerîkayê li Îraqê dike. Got jî: Danana alaya Kurdistanê di civîna wî de li gel serokê Emerîkayê, amaje ye bo bayexdana xebat û qurbanîdan teva ya neteweya Kurd û peyameke bo her Kurdekî.

K24- Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragehand, Herêma Kurdistanê piştîvanîyê li vemana hêzên Emerîkayê li Îraqê dike. Got jî: Danana alaya Kurdistanê di civîna wî de li gel serokê Emerîkayê, amaje ye bo bayexdana xebat û qurbanîdan teva ya neteweya Kurd û peyameke bo her Kurdekî.

Di bersiva pirsyara rojnamevanan de derbarê vekişanda hêzên bîyanî ji Îraqê, Nêçîrvan Barzanî got: Helwêsta Herêma Kurdistanê derbarê vemana hêzên bîyanî li Îraqê ya zelale. Ev hêzên hanê bo alîkarîkirina Îraqê û li ser daxwazîya Bexdayê hatine. Vemana wan pêwîste bo berengarbûna Daişê. Çunku Daiş bo Kurdistan û Îraqê metirsîyeka mezine. Divên ev hêzên hanê bimînin heya wê dema ku em hemû bi qenaet ve dibêjîn; Daiş temam bûye û nemaye.

Di bersiva Kurdistan24 de jî derbarê asta dîplomasîyeta Kurd, Nêçîrvan Barzanî got:  Em bi fermî ji alîyê Korbenda Davosê ve hatibûyîn vexwîndin. Di evê çarçoveyê de jî me pişikdarî kirîye. Bo me delîveyeke nerîngeha xwe li ser rewşa Herêmê û pêşhatên evro yên Îraqê li gel berpirsên mezinên welatên din behis bikîn. Ew pêşhatên li deverê hene, cihê bayexdana welatane. Di evê çarçoveyê de, em li gel sekiretêrê Neteweyên Hevgirtî, serokê Emerîka û hejmareka û berpirsên mezinên din civîyayin. Me nerîngeha Herêma Kurdistanê gehande tevaya alîyan. Asta dîplomasî ya Herêma Kurdistanê başe. Herêm wek pêgeha xwe di çarçove ya Îraqê de û li gor destûra Îraqê cihê bayexa civaka nêvdewletî ye.

Herweha got: Bi nerîna Herêma Kurdistanê hebûna hêzên Emerîka û hevpeyamanan bo tevaya alîyan giringe û li gel serok Tiramp jî, me ev yek behis kirîye û me bi fermî jî beyanname derxistîye.

Nêçîrvan Barzanî got jî: Serokê Emerîka û welatê Emerîkayê pêgeha Herêma Kurdistanê dizanin û li ba wan zelale ku Herêma Kurdistanê di çarçove ya Îraqê de ye. Ev li gro destûra Îraqê rê pê re hatîye dan û ew peyam jî bo tevaya Kurde û ne tenê bo Kurdên Îraqê ye û ev rêgirtine bo xwîna şehîdan û qurbanîyên milletekê ku di dîrrokê de xebat û  mandîbûn kirîye û danana alaya Kurdistanê bo tevaya Kurd bûye û pîrozbahîyê li her Kurdekî dikin bi evê boneyê.