Rêveberîya Rojava derbarê rêkkevtina Rusya û Tirkiyê bi deng hat

Rêveberîya Xweser li Rojavaya Suriyê ragahend, ew dê gengeşeyê bikin derbarê rêkkervtina şeva burî ku di navbera Potin û Erdogan de hat wajûkirin.

K24- Hewlêr

Rêveberîya Xweser li Rojavaya Suriyê ragahend, ew dê gengeşeyê bikin derbarê rêkkervtina şeva burî ku di navbera Potin û Erdogan de hat wajûkirin.

Gotebêjê fermîyê peywendîyên derve di Rûveberîya xweser de, Kemal Akif di hevpeyvînekê de bo ajansa Hawar a nêzîk ji Hêzên Suriya Demokrat (HSD) ragehand, Rêveberîya Xweser gengeşeya bendên wê rêkkevtinê dê bike.

Got jî, Rêveberîya Xweser bi van nêzîkan bi fermî helwêsta xwe dê ragehîne derbarê wê rêkkevtinê.

Duhî jî her yek ji Viladîmêr Potin seokê Rûsya û Receb Teyîb Erdogan, serokê Tirkiyê li Sûçî civîyan bo gengeşekirina rewşa Rojava ya Kurdistanê.

Piştî çend demjimêran, Potin û Erdogan di konfiranseke rojnamevanî de ragehandin, ku herdû alî gihane rêkkevtinê. Dûv re jî Sêrgî Lavrov, wezîrê derve yê Rûsyayê, naveroka rêkkevtinê bi rûsî û Meslûd Çawîşoglu , wezîrê derve yê Tirkiyê naveroka rêkkevtinê bi Tirkî vexwîndin.