Xwendekarên Efrînî daxwaz ji NY dikin bi erkê xwe rabe

Xwendekarên Efrînî yên piştî dagîrkirina Efrînê bi neçarî koçber bûne û beşeke ji wan gihîştine herêma Cizîrê, li pêş baregeha Netewên Yekgirtî ya li Qamişlo man digirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xwendekarên Efrînî yên piştî dagîrkirina Efrînê bi neçarî koçber bûne û beşeke ji wan gihîştine herêma Cizîrê, li pêş baregeha Netewên Yekgirtî ya li Qamişlo man digirin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, xwendekarên Efrînî li pêş baregeha Netewên Yekgirtî ya li Qamişlo bi hilgirtina wêneyên qurbaniyên Efrînê û şaxên zeytûnan mangirtinekê dikin û daxwaz dikin ku rewşa Efrînê bê asayîkirin da ku ew karibin vegerin zanîngeh û dibistanên xwe.

Herwiha xwepêşandar daxwaz dikin binpêkirinên li Efrînê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve tên kirin ên wek dizî, talan, revandina xort û keçan bên rawestandin û jiyana asayî vegere bajêr û rewşa leşkerî li nava gund û bajarokên Efrînê nemîne.

Salek di ser destpêkirina êrîşa li ser Efrînê re derbas dibe, ji encama êrîş û dagîrkirina Efrînê zêdetir ji 250 hezar welatiyên Efrînê bi neçarî koçber û derbider bûn, beşek ji wan li kampên li bakurê Helebê bicih bûne û beşek jî gihîştina herêma Cizîrê û hejmarek mezin ji zarok û xwendekaran bê xwendin mane.

 

 

S. B