Artêşa Tirkiyê dest bi êrîşa bejahî li Girê Sipî dike

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, dest bi êrîşa bejahî li ser Rojavayê Kurdistanê kirin.

K24 – navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, dest bi êrîşa bejahî li ser Rojavayê Kurdistanê kirin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê dest bi êrîşa bejahî li ser gundên Minbitih, Yabise, Til Findir û Sosik yên Girê Sipî kirin.

Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Navenda Nûçeyan ya HSDê Mistefa Balî ragihand, şervanên HSDê êrîşa artêşa Tirkiyê ya bejahî li ser Girê Sipî şikand.

Ji aliyekî din ve, peyamnêrê K24ê li Kobanê da zanîn, artêşa Tirkiyê gundên derdora Kobanî topbaran dike û ji encama êrîşê hejmareke mezin ji xelkê ji bajarê Kobanê derdikevin.  

Artêşa Tirkiyê bi riya firokeyên F-16 û topxaneyê xwe êrîşî ser gund û bajarên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê kir û ta niha di encamê de 5 welatiyên sivîl şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûn.