HSD daxwaza avakirina navçeyeke “dijefirînê” ji Amerîka dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxwaz ji Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dike, navçeyeke dijefirînê li bakur û rojhilatê Sûriyê ava bike û êrîşa artêşa Tirkiyê rawestînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxwaz ji Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dike, navçeyeke dijefirînê li bakur û rojhilatê Sûriyê ava bike û êrîşa artêşa Tirkiyê rawestînin.

Piştî Tirkiyê operasyona leşkerî li Rojavayê Kurdistanê ragihand, HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, HSDê pabendî rêkeftina “mîkanîzma ewlehiyê” bû, lê ew bû sedem ku bê parastin hatin hîştin.

Serokomarê Tirkiye Recep Teyip Erdogan îro destpêkirina operasyona leşkerî li ser Rojavayê Kurdistanê ragihand û firokeyên Tirkiyê yên F-16 dest bi bombebarana bajarokên Girê Sipî, Serê Kaniyê û çend cihên din dikin.

HSDê di tiwîtekê de ragihand, 25 firokeyên Tirkiyê ji cura F-16 li ser hemû gund û bajarokên sînorî difirin û wan bombebaranê dikin.