Çaîşoglo: Li bakûra Suriyê Ereb piranî ne lew rêveberîya deverê radestê wan dikîn

Wezîrê derve yê Tirkiyê, Mewlûd Çawîşoglu ragehand, li bakûra Suriyê Ereb piranî ne û rêveberî dikeve destên wan û heke Kurd jî li wê deverê hebin, ew jî pişikdar dibin.

K24- Hewlêr

Wezîrê derve yê Tirkiyê, Mewlûd Çawîşoglu ragehand, li bakûra Suriyê Ereb piranî ne û rêveberî dikeve destên wan û heke Kurd jî li wê deverê hebin, ew jî pişikdar dibin.

Wezîrê derve yê Tirkiyê, evro li gel desteya nivîskarên nûçeya fermîya Tirkiyê (Anadol) di dîdarekê de, behsa rewşa Suriyê kir.

Çawîşoglu derbarê rêkkevtina Tirkiyê û Rûsyayê li ser devera aram li bakûra Suriyê got: YPG ji Qamişlo dê derkeve daku pêkdadan rû nede, Qamişlo ji Sinûrê dervera aram hatîye derxistin.

Got jî: YPG bi kûrahîya 30 Km ji sinûr dûr dikevin û artêşa Tirkiyê diçe di nav Kobanê de jî.

Herweha got: Em rêveberîya deverê li deverên bakûra Suriyê  durist dikîn û desthelata wê dixîn destên piranîya xelkên wê deverê ku Ereb in, heke Kurd jî li deverê hebin; wan dê pişikdar bikîn.

Xuya jî kir, ew rijtin li ser cîbicîkirina rêkkevtina xwe li gel Rûsyayê û divê di dema 150 demjimêran de YPG bi temamî ji deverê derkevin.