Trump bo Erdogan: Rêkeftinê bi General Mezlûm re bike

Serokê Amerîka Donald Trump nameyek derbarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de ji Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan re şand û daxwaz jê dike rêkeftinê bi Fermandarê Giştî yê HSDê bike û nebe berpirsyarê kuştina bi hezaran kesan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump nameyek derbarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de ji Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan re şand û daxwaz jê dike rêkeftinê bi Fermandarê Giştî yê HSDê bike û nebe berpirsyarê kuştina bi hezaran kesan.

Name roja 9. 10. 2019an hatiye nivîsandin, lê niha naveroka wê hatiye aşkerekirin. Wek derdikeve, Erdogan wek naveroka wê vê nameyê kar nekiriye.

Trump gefê sizayan li Erdogan dixwe û dibêje, heger ew rêkeftineke baş nekin, dê aboriya Tirkiyê wêran bike.

Deqa nameya Trump ji Erdogan re:

Were rêkeftineke baş bikin. Tu naxwazî berpirsyarê kuştina bi hezaran kes bî û ez jî naxwazim berpirsyarê wêrankirina aboriya Tirkiyê bim û ezê bikim. Min bi ronî nimûneyeke biçûk ji wê wêraniyê di pirsa keşe Bronson de pêşan da.

Min bi cidî kar bo çareserkirina pirsgirêkên te kiriye. Nehêle pirs mezintir bibin.. Em dikarin rêkeftineke baş bikin. General Mezlûm amade ye danûstandinê bi te re bike, ew amade ye sazişan bike ku berê amade nedibû bikira. Ez bi nehênî çapekê ji nameya wî ji min re şandiye, ji te birê dikim.

Dîrok dê bi awayekî baş li te binêre heger tu wê yekê bi riyeke mirovadostî û rast bikî lê dîrok dê wek şeytan behsa te bike eger tiştên baş rû nedin. Tund nebe.. bêmêjk nebe!

Ezê piştre pêwendiyê bi te re bikim.

 

S. B