HSD piraniya taxên Hecîn kontrol kir

Hêzên Sûriya Demokrat piraniya taxên bajarokê Hecîn li Dêrazorê kontrol kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriya Demokrat piraniya taxên bajarokê Hecîn li Dêrazorê kontrol kir.

Berpirsê pêwendiyên giştî yê HSD Rêdûr Xelîl ragihand ku, Hêzên wan bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê li bajarokê Hecîn ê Dêrazorê pêşketin e  û karîn e piraniya taxên wê, dîsa bixin jêr kontrola xwe. Herweha da zanîn ku, hîn jî şer bi giranî li wê deverê berdewam e.

Herwiha wî berpirsê HSD ew yek jî eşkere kir ku, wan zêdetirî hezar sivîlî li wê deverê rizgar kirin e.

HSD bi piştevaniya Hêzên Hevpeymanan ev demek e Operasyona rizgarkirina Hecîn destpê kiriye û çendîn şerên giran di navbeyna HSD û çekdarên DAIŞ de li wê deverê rûdan e.

 

 

C.B