Îran gefa êrîşên mûşekî li Partiyên Rojhilatê Kurdistanê dike

Serok erkanê giştî yê hêzên çekdar ên Îranê Mihemed Baqirî, hişyarî da Partiyên Rojhilatê Kurdistanê û gefa encamdana êrîşên mûşekî, wek êrîşa Koya li wan kir.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serok erkanê giştî yê hêzên çekdar ên Îranê Mihemed Baqirî, hişyarî da Partiyên Rojhilatê Kurdistanê û gefa encamdana êrîşên mûşekî, wek êrîşa Koya li wan kir.

Mihemed Baqirî di dema serdana xwe de ji bo navçeyên sînorî li Kirmaşanê ragihand, ku Partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê, bi riya sînoran re, ewlehiya Îranê dixin metirsiyê de û got: Em li himberî wan bizavan bê deng namînin.

Baqirî hişyarî derbarê hebûna pêgehên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê li nêzîk sînorên Îranê da û gefa encamdana êrîşên mûşekî wek ya Koya li Partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir.

N.O