Ebdûlmehdî û Erdogan li ser çend pirsan civîyan
K24- Hewlêr
Bo gêngeşekirinê li ser çend pirsên hevpişk, serok weîzrên Îraqê gehişt Enqereyê û ji alîyê Receb Teyîb Erdogan, serokê Komara Turkîyayê ve hat pêşwazîkirin.
Evro Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraqê gehiş Enqereyê û mêdyayên Turkîyayê jî belavkirine ku Adil Ebdulmehdî di serdana xwe de bo Enqereyê, peywendîyên bazirganî, şerê terorê û avdankirina Îraqê gotûbêj dike.
Berî serdana xwe jî bo Enqereyê, serok wezîrên Îraqê di konfiranseka rojanmevanîya heftane de ragehandibû, li gel berpirsên Turkîya çend pirsên giringên di navbera Bexda û Enqereyê de gotûbêj dike û ji wan jî: Dosêya abûrî, pirsa derwazeyên sinûrî û av.