Tirkiye û Emerîka ji hev bigumanin

Di navbera Tirkiye ê Amerîka de hevdîtinên li ser devera aram berdewam dikin. Piştî ku di 7ê Tebaxê de rêkeftinek pêk hatibû, di 12ê Tebaxê de şandek leşkeri li Riha ya Bakurê Kurdistanê dest bi xebatan kiribû. 2yem şand a Amerîka ya leşkeri jî, li Tirkiyê ye û hevdîtin tên kirin. Mijara devera aram di nava pisporên Tirkiyê de jî, rojeva sereke ye. Hin pispor dibêjin, Tirkiye dê planên xwe yên B û C karîger bike. Hin pispor jî, çareseriyek a dor operasyonekê bo ser rojava jî, nêzîk dibîn in.

K24-Enqere

Di navbera Tirkiye ê Amerîka de hevdîtinên li ser devera aram berdewam dikin. Piştî ku di 7ê Tebaxê de rêkeftinek pêk hatibû, di 12ê Tebaxê de şandek leşkeri li Riha ya Bakurê Kurdistanê dest bi xebatan kiribû. 2yem şand a Amerîka ya leşkeri jî, li Tirkiyê ye û hevdîtin tên kirin. Mijara devera aram di nava pisporên Tirkiyê de jî, rojeva sereke ye. Hin pispor dibêjin, Tirkiye dê planên xwe yên B û C karîger bike. Hin pispor jî, çareseriyek a dor operasyonekê bo ser rojava jî, nêzîk dibîn in.

Li Tirkiyê karvedanên avakirina devera aram li ser rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Di çarçove rêkeftina 7ê tebaxê ya navbera Tirkiye û Amerîkayê de bi pêşengiya cîgirê Fermadarê Hêzên Ewropa yên Amerîkayê Stephan Twîtty duyem şandeya leşkeri ya Amerîkayê serdana Tirkiyê kir.Tirkiye bi van hevdîtinan bihêviye ku ligel Amerîka devereke aram ava bike. Lê wezîrê berevaniya Tirkiyêê Xelûsî Akar dibêje ger Amerîka sergirêdanekê bike wan planên xwe yên B û C amade kirine û ew ê karîger bikin.

Bi boçûna pisporê pêwendiyên navdewletî yê Tirkiyê Mustafa Sitki Bîlgen Tirkiye dizane ku rêkeftina devera aram pêk nayê ji loma jî dê planên xwe yên din karîger bike.

Prof.Dr.Mustafa Sitki Bîlgen -pisporê pêwendiyên navdewletî, dibêje: Aliyekê pêwendiyên ewlehî, aborî hene, aliyekê jî Amarîka li ser devera aram dixwaze ku careke din Tirkiyê mijûl bike. Lê belê ger bi Amerîkayê re devera aram pêk neyê Tirkiye dê bi Plana B berê xwe bide Rûsya û Rejîma Esad û dijî Amerîka û YPG e bereyekê ava bike. Plana C jî ew e ku Tirkiye dê bi hêzên heremî, eşîrên Ereb û Tirkmen dijî YPGê tev bigere. Tirkiye niha zêdetir li ser van her du planan rawestaye ji ber ku dizane ku Amerîka dê polîtîkaya mijûlkirinê bikar bîne.

Herwiha rayedarên Tirkyê radigihînên ku niha frokeyên bê frokevan li ser devera aram tên bikaranîn û di destpêkê de jî wê 10 xalên çavdêriyê li ser sînorên devera aram bêne avakirin û geren hevbeş jî dê bi Amerîkayê re bê kirin.

Lê belê gorî hin generalên ku berê di nava artêşa Tirkiyê de rêkeftina Tirkiye û Amerîkayê çareseriyeke demkî ye û egera operasyoneke ser Rojava zêdetir e.

Dr.Gûray Alpar - generalê malnişîn, got:

SOT: Alikariyên Amerîkayê yên bo YPGê ku pêkhateya PKKê ye ji aliyê Tirkiyê ve nayê qebûlkirin. Tirkiye bi avakirina devera aram dixwaze ku YPG li ser 32 km û seranserê sînor nebe. Lê belê Amerîka behsa devereke aram ku sê qonaxan pêk tê dike û dibêje Tirkiye tenê 5 km dê hebe û alîkariyên bo YPGê jî berdewam dike. Heta ku YPG li herêmê neyê derxistin, çekên giran neyên komkirin û alikariyên bo YPG neyên rawestandin Tirkiye dê bi biryarî operasyonên xwe pêk bîne.

Li gel van geşedanan Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawişoglu jî ragihand ku serokê Amerîkayê Trump soz dayewan dê dever aram 32 km be. Lê belê çawişoglu dibêje Amerîka alikariyên bo YPGê berdewam dike, gelek mijar hene ku bi hurgilî bêne nîqaşkirin û ev qebûl nakin ku Amerîka wan mijûl bike. Pispor jî dibêjin bi vê daxuyaniyên Çawişoglu xuya ye ku tu rêkeftineke berbiçav pêk nehaiye heta niha.