Encûmena Nûnerên Amerîka firotina F-35 bo Tirkiyê qedexe kir

Komîsyona Karên Derve ya Encûmena Nûnerên Kongireya Amerîkayê, projeyasaya ku firotina firokeyên F35an bo Tirkiyê qedexe dike, pesend kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîsyona Karên Derve ya Encûmena Nûnerên Kongireya Amerîkayê, projeyasaya ku firotina firokeyên F-35an bo Tirkiyê qedexe dike, pesend kir.

Komîsyona Karên Derve ya Encûmena Nûnerên Kongireya Amerîkayê projeyasayeke dijî Tirkiyeyê gengeşe kir. Ew projeyasa bang li Tirkiyê dike ku ji Rûsyayê sîstema berevaniya esmanî S-400an nekire. Eger na Amerîka firokeyên F-35 nafiroşe û Tirkiye dê ceza bike.

Komsîyonê projeyasa bi dengên nûnerên Demokrat û Komarî yên Kongireya Amerîkayê pesend kir.

Li ser vê birayarê Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy jî nerazîbûn nîşan da ragihand, biryara kongireyê li pêwendiyên hevpeymanî yên Tirkiye û Amerîkayê nayê.

 

S. B