Çîk ji bo êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê li dijî Tirkiyê derket

Komara Çîk nîgeraniya xwe derbarê metirsiyên êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê derbirî û daxwaz dike, welatên Ewropa bilez rê li sînaryoyên Tirkiyê bigire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komara Çîk nîgeraniya xwe derbarê metirsiyên êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê derbirî û daxwaz dike, welatên Ewropa bilez rê li ber sînaryoyên Tirkiyê bigire.

Serokwezîrê Çîk Andrej Babis di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, pêwîst e Ewropa bilez bersiva Tirkiyê bide.

Serowezîrê Çîk ragihand jî, operasyona Tirkiyê dê bibe sedema pêleke din a koçberan berê xwe bidin Ewropayê.

Daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê jî kir, roleke bi bandor rabe, ta ku rê li ber vê sînaryoyê bigire û daxwaz kir jî, ev pirs li Encûmena Asayişa Navdewletî biryar li ser bê dayîn.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Çîk Tomas Petricek li rûpela xwe ya tora civakî nîgeraniya xwe ji vekişîna hêzên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê derbirî û ragihand, heger Tirkiye êrîş bike, dê encamên wê li ser sivîlan bin û dê rê li ber asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê bigire.

Wezîrê Derve yê Çîk daxwaz ji Tirkiyê kir, koçberan bi neçarî venegerîne Sûriyê û divê Tirkiye rêzê li yasayên navdewletî bigire û pirsgirêkan bi bijardeyên siyasî û dîplomasî çareser bike.

Tekez kir jî, Çîk û gelek welatên din HSDê hevpeymana xwe li dijî terorê dibînin û divê bi durûtî serederî bi Kurdan re neyê kirin û nabe bê şêwira bi serkirdeyên Kurdan re xaka wan jê were standin.

 

S. B