Mezlûm Ebdî û Şandeke ENKSê civiyan

Şandeke Encûmena Niştimanî û Kurd li Sûriyê (ENKS) û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî derbarê pirsa yekrêziya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û şandeke Encûmena Niştimanî û Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê pirsa yekrêziya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de civiyan.

Jêderekî taybet ji K24ê re ragihand, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û şandeke ENKSê civiyan û di civînê de çawaniya pêkanîna yekrêziyê di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de hat guftûgokirin û herdu aliyan nerînên xwe gihandin hev.

Berî çend rojan Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê bi K24ê re gotibû, divê partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê jî berî her tiştî bibin yek û nakokiyên xwe bidin aliyekî.

Herwiha bo pirsya yekrêziya di navbera partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, Mezlûm Ebdî daxwaza rolekê ji Serok Barzanî kiribû.

Ji aliyê xwe ve jî, Endamê Serkirdatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re gotibû, ew pêşwaziyê li banga yekrêziyê ya Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî dikin û erênî dibînin, lê divê ew bangewazî bi awayekî cidî bê kirin.

 

S. B