Konferansa Navdewletî ya Petrol û Gaza Kurdistan û Iraqê li Londonê birêve diçe
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi beşdariya hejmarek ji berpirsên Herêma Kurdistanê, Iraq û xwediyên kompanyayan, îro Konferansa Navdewletî ya Petrol û Gazê ya Herêma Kurdistanê û Iraqê li Londonê birêve diçe.
Peyamnêrê K24ê li hola konferansê da zanîn, îro Konferansa Navdewletî ya Petrol û Gazê ya Herêma Kurdistanê û Iraqê li Londonê birêve diçe û hejmarek berpirs ji her du aliyan û xwediyên kompanyayan tê de beşdar in.
Rêvebirê Kompanyaya Dana Gaz Şakir Wacîdî ji K24ê re ragihand, ev konferans ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê girîng e û hewleke baş e bo derxistin û werbirhênanê.”
Got jî: Rewşa niha ya Iraqê ji aliyê ewlehiyê ve ji salên bûrî baştir e û kompanyayên navxweyî werbirhênana xwe zêdetir dikin.
Derbarê werbirhênan Kompanyaya Dana Gazê li Herêma Kurdistanê, Şakir Wacîdî got: Projeyên me li çend kêlgehên Herêma Kurdistanê hene û tê pêşbînîkirin di salên bê de webirhênana me du qatan ji niha zêdetir bibe.