Tirkiya gefan li welatan dike

Hikumeta Tirkiyê ragehand: Em rêgirîyê ji her welatekê dikîn ku pirosêsa gerîyanê bi dûv petrolê û gazê re bike, li wan deverên ser bi Tirkiyê ne li rojhelata Derya ya Navîn.

K24- Hewlêr

Hikumeta Tirkiyê ragehand: Em rêgirîyê ji her welatekê dikîn ku pirosêsa gerîyanê bi dûv petrolê û gazê re bike, li wan deverên ser bi Tirkiyê ne li rojhelata Derya ya Navîn.

 Di vî warî de, Mewlûd Çawîşoglû, wezîrê derveyê Tirkiyê di hevpeyvîneke rojnamevanî de  ragehand: Bo ti welatekê nîne bê rezamendîya me çalakî hebe û bi dûv petrolê re bigere di rojhelata Derya ya Navîn de.

Çawîşoglû got jî: Tirkiye piroseya her welateke têk dide heke bixwaze li wan deveran bi dûv petrolê re bigere. Amadeyî ya Tirkiyê jî nîşan da ku li gel Yunanê bicive bo çareserkirina nakokîyên da inavbera wan de hene.

Wezîrê derve ya Tirkiyê dibêje: Em ne li gel nîgeranîyê ne, lê li gor yasayên nêvdewletî dikarîn mafên herdû alîyan biparêzîn.

Ev di demekê de ye, piştî vedîtina hinek ji gaza Suriştî, nîgeran û girijbûn ber bi zêdeyê diçe bi sedema arîşeyên sinûrîyên avî di navbera welatên Rojehelata Deryay Navîn de.