Goranê pêşniyaza PDK û YNKê bo aktîvkirina parlementoyê qebûl nekir

Tevgera Goranê bi fermî helwesta xwe derbarê aktîvkirina parlementoya Kurdistanê de ragihand. Li gor daxuyaniyeke Tevgera Goranê pêşniyaza PDK û YNKê red dike û bi mercê mana Desteya Serokatiya niha ya parlementoyê amadehiya xwe bo aktîvkirina parlementoyê dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro li bajarê Sillmaniyê Grûpa Şêwirmendiyê ya Tevgera Goranê derbarê pêşniyaza PDK û YNKê ya aktîvkirina parlementoyê civiya.

Di daxuyaniya Tevgera Goranê de amaje bi wê daye, “Her awayekî din ya asayîkirina rewşê û destbikarbûna bi merc a parlementoyê li cem me ne cihê qebûlkirinê ye û sedema sereke ya rawestandina parlementoya Kurdistanê ne Desteya Serokatiyê ye, lê bidawîhatina dema serokatiya herêmê û hewla parlemantoyê bo serastkirina yasaya serokatiya herêmê ne.”

Tevgera Goranê di daxuyaniyê de amaje bi wê jî daye, “Pêwîst e parlementoya Kurdistanê bi desteya serokatiya heye bê aktîvkirin û her awayekî din yê bi merc bo aktîvkirina parlementoyê, red dikin.”

Li gor pêşniyaza PDK û YNKê, Yûsif Mihemed di yekem civîna parlementoyê de beşdar dibe û piştî wê ew desteya serokatiyê ya niha heye bê guhatin û desteyeke nû were hilbijartin.

Lê Tevgera Goranê piştî 2 demjimêran ji civîna Grûpa Şêwirmendiyê, ew pêşniyaza PDK û YNKê red kir.