Rûhanî: Em pirojeyekê bo paraztina ava Kendavê dê bibeyîn Neteweyên Hevgirtî
K24- Hewlêr
Hesen Rohanê, serok komarê Îranê, red dike ku welatê wî li pişt bûyerên vê dawîyê tên deverê be û aşkera dike ew piojeyekê bo paraztina ava Kendavê dê binin rêkxistîya Neteweyên Hevgirtî, daku welatên deverên rêrewên avî biparêzin û Emerîkayê li deverê derxînin.
Ev axivtinên Rûhanî di dema pişikdarîya wî hat di nimayîşeke serbazîya welatê wî de bi helkevta salvegera şerê Îraq û Îranê ku heftîya (Berevanîya Pîroz) li Îranê hatîye nasîn û salane di vê salvegerîyê de rêresm û nimayîşên serbazî dihên rêkxistin.