YPG sersaxiyê ji malbatên kuştiyên rêjîmê yên bûyera Qamişlo re dixwaze

Parêzgarê Hesekê: HSD lêbûrîn ji Hikûmeta Sûryê xwestiye û diyar kiriye ku ew bûyer ji encama reftareke kesîtî bû ye, lê Hikûmeta Sûryê wê lêbûrînê qebûl nake û ewê heyfa wan kuştiyan hilîne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Peyvdarê fermî binavê Yekîneyên Parastina Gel (Nûrî Mehmûd) di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew lêkolînê di bûyerên vê dawiyê yên bajarê Qamişlo de dikin û sersaxiyê ji malbatên "qurbaniyên" Artêşa Sûryê re dixwazin.

Nûrî Mehmûd di daxuyaniyê de got: Bi mixabinî ve, di 8ê vê mehê de şerek di navbera asayişê û hêzên rêjîmê de li bajarê Qamişlo qewimî, ku di encamê de hejmarek kes bûne qurbanî û tevliheviyek li bajar çêkir.

Mehmûd di daxuyaniyê de dibêje: Di fermandariya giştî ya YPGê de, em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û em tekez dikin ku aliyên pêwendîdar lêkolîn derbarê wê bûyerê destpê kiriye û çi dema bidawî bibe, wê encamên lêkolînê bên eşkerekirin.

Navhatî got jî: Em ji herdu aliyan dixwazin ku bi hêminî serderiyê bikin û li gorî berjewendiya gitşî li çareyan bigerin.

Berî niha parêzgarê Hesekê (Cayiz El-Mûsa) derbarê bûyera bajarê Qamişlo, ji malpereke nêzîkî Hikûmeta Sûryê re ragihand, ku Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) lêbûrîn ji Hikûmeta Sûryê xwestiye û diyar kiriye ku ew bûyer ji encama reftareke kesîtî bû ye, lê Parêzgarê Hesekê got: Hikûmeta Sûryê wê lêbûrînê qebûl nake û ewê heyfa wan kuştiyan hilîne.

N.O