Serok Barzanî: Cemal Nebez ximetên mezin di warên rewşenbîrî û hişyariyê de kirine
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Barzanî bi boneya koça dawiyê ya bîrmendê Kurd Profesor Dr. Cemal Nebez peyameke serxweşiyê belav kir û tê de pesnê xizmeta Cemal Nebez di warên rewşenbîrî, hişyariya civakî û siyasî de dike.
Îro Rewşenbîr, nivîskar û dîroknivîsê navdar ê Kurd Cemal Nebez li Almanyayê koça dawiyê kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi mixabineyekê me nûçeya koça dawiyê ya Profesor Dr. Cemal Nebez bihîst. Profesor Dr. Cemal Nebez xizmeta mezin di warê rewşenbîrî û hişyariyê de kiriye, pencemora wî diyar e û berhemên û karên wî cihê pêzanînê ne.
Serok Barzanî di peyama xwe de serxweşiya xwe arasteyî malbat û kesûkarên tevahiya ronakbîr û nivîskaran kir û daxwaz ji xwedêyê mezin kir Dr. Celal di bihuşta rengîn de şad bike û sebir û aramiyê bide her aliyekî.
Rewşenbîrê Kurd Cemal Nebez sala 1933an li bajarê Silêmaniyê jidayik bûbû û destpêkê ji bilî xwendina Îslamî, felsefe, derûnzanî, fîzya û bîrkarî xwend.
Di nîvê yekem ê salên pêncî yên sedsala bûrî li zanîngeha Bexdayê fîzya û bîrkarî xwend û paşê li bajarên Kerkûk, Hewlêr, Bexda û Silêmaniyê mamostetî kir.
Piştî 28 salan ji jiyana xwe ji bo temamkirina xwendina xwe çû Ewropayê û li zanîngehê Mûncehen û Augsburgê xwendina Îslamî, Îrannasî û şêwazê dana waneyan xwend.
Sala 1967-1970an li zanîngeha Hamburgê xwend û di wan salan de ligel çend hevalên xwe Yekîtiya Netewî ya Xwendekarên Kurd damezrand. Sala 1970-1979an li zanîngeha Berlîna Azad zanista siyasî, rojnamevanî û yasa xwend.
Ew bîrmendê Kurd ji bilî nivîsîna hejmarek pirtûk, hejmarek ji pirtûkên din wergerandine Kurdî û di nava wan de jî berhemên William Shakespeare hene.
Rewşenbîrê Kurd Cemal Nebez û piştî pirtûkek ji 640 rûpel bi navnîşana “Bîranên rojên dirêj ên bûrî, 28 sal ji jiyana min a li Rojhilat” li Silêmaniyê çap kir, di temenê 84 saliyê de îro li Almanyayê koça dawiyê kir.
S. B