Tirkiye gava xwe avêt: Veguhestina S400an destpêkir

3 firokeyên barhilgir ku parçeyên S-400 têde bûn gihîştin Tirkiyê...

K24 – Navenda Nûçeyan

Di nav gengeşeyên "Gelo Tirkiye S-400an dê bikire, yan nekire, aktîf bike yan neke" de, beşê yekem yê sîstemên S-400 ji Rûsyayê gihîştin Enqereyê. 3 firokeyên barhilgir ku parçeyên S-400 tê de bûn gihîştin Tirkiyê.

Rayedarên Tirkiyê dan xuyakirin, di rojên pêş de jî, veguhestin berdewam bike. Partiya dijbere balê dikşîne ser egera dorpêçan û destnîşan dike, şûna ku parastina asîmanan bihêz bibe, eger heye ku lawaz bibe. Tê çaverêkirin, biryarên Kongrêsa Amerîkayê di demeke kurt de hember Tirkiyê bên cîbicîkirin.

Serokatiya Pîşesaziya Tirkiyê bi fermî ragehand, qonaxa yekem ya radestkirina sîstemên S-400  12'ê Tîrmehê pêkhatiye. 3 firokeyên barhilgir ku sîstemên S-400 tê de bûn, gihîştine Enqereyê. Di rojên pêş de jî, veguhestin dê berdewam bike û dema hemû parçe gihîştin, bi biryarên berpirsan dê werin aktîfkirin.

Mijara sîstemên S-400 yên Rûsî demeke dirêj e di navbera Tirkiye û Amerîka û NATOyê de sedemê rakêşiyeke mezin e. Amerîka, S-400 wek sîstemê neyar dizan e û ji ber vê, dê Tirkiye ji projeya firokeyên F-35 dûr bixe. Ji xwe perwerdeya pîlotan jî hatibû rawestandin.

Hikûmeta Tirkiyê dibêje, qonaxa radestkirinê destpê kiriye û dixwaze gotegotên li ser vê sîstemê bidawî bibin.

CHP balê dikşîne ser metirsiya dorpêçiyan û dibêje, dibe ku şûna bihêzkirina parastina asîmanî, egera lawazbûnê zêdetir e.

Faîk Oztrak - Peyvdarê CHP diyar dike:

"…  Tê fêmkirin ku dema S-400 bên kirîn, di kirîna firokeyên F-35 de dê tengezarî derkeve. Gelo ev nabe sedemê lawazbûna parastina asîmanê me. Hikûmet di vê warê de tiştek nabêje. Her weha mijar dorpêçiyan jî heye, gelo ji bo vê amadekarî hatiye kirin yan na."

Yasaya Kongrêsa Amerîkayê CAATSA tê wateya ".. Bi rêya Dorpêçiyan Têkoşîna Hember Neyarên Amerîka". sala 2017 ji hêla Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hat îmzekirin ku ji 70 rûpel û 12 xalan pêk tê. Serokê Amerîkayê neçare 5 xalên dorpêçiyê cîbicî bike. Xalên sereke weha ne.

Ji bo kes û saziyên ketina lîsteya CAATSAyê ev xalên sereke hene.

Birîna alîkariya hinarde û hawîrde

Nedana moleta hinarde û hawîrdeyê

Nedana Krêdiya Amerîka û Krêdiya navdewletî

Astengkirina bazirganî û pêkneanîna girêbestan

Naye hîştin ew kes û sazî li Amerîkayê bibin xwedî mal û mulk û naye hîştin ku serdana Amerîkayê bikin.

Astengkirina her cure bazirganî û veguhestina pareyan.

Şareza dibêjin, tiştê girîng ev e ku, bi kirîna S-400 êdî Tirkiye ji hêla Amerîkayê ve wek welatek neyar dê were binavkirin ku dijî berjewendiyên Amerîka tevdigere. Di serî de aborî gelek bandor bibe û karîgerî li ser civak û siyasetê jî bike. Tirkiye bi vê gave, ji NATOyê dûr dikeve eger heye di gelek waran de tenê bimîn e.

 

 

 C.B