Erdogan: Em yek milyon penaberên Sûrî li Serê Kanîyê û Girê Sipî bicih dikîn

Serok komarê Tirkiyê raghand, ew kar li ser bicihkirina yek milyon kesan li Serê Kanîyê û Girê Sipî dikin.

K24- Hewlêr

Serok komarê Tirkiyê raghand, ew kar li ser bicihkirina yek milyon kesan li Serê Kanîyê û Girê Sipî dikin.

Receb Teyîb Erdogan serokkomarê Tirkiyê ragehand, ew kar li ser wê yekê dikin ku yek milyon penaberên Sûrî di herdû bajarên Girê Sipî û Serê Kanîyê de bichî bikin. Tekez jî kir ku ewê piştevanya avakirina avahîyên niştecîbûnê li bakurê rojhelatê Sûriyê bikin.

Got jî: Alyek bi tenê nikarê barê penaberên Sûrî yên di nava Tirkiyê  de û yên li ser sînorê Tirkîyê helgire, ku bi gotina wî hejmara wan dighe  9 milyon kesan.

Amaje bi wê yekê jî kirîye, ku Yekîtîya Ewrûpayê tenê 3 milyar Yoro pêşkşî penaberên Sûrî kirîye di demekê de ku wan 40 milyar Dolar li ser wan xerc kirîye.