Li Reqayê di teqînekê de 3 kes birîndar bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Reqayê 3 endamên Hêzên Navxweyî (Asayiş) di endama teqînekê de birîndar bûn.
Şeva bûrî li taxa Teyara ya Reqayê bombeyek bi otombîla Hêzên Navxweyî de teqiya û di endamê de 3 endamên wê hêzê birîndar bûn.
Her li Reqayê, duhî li nêzîkî hotela Odîsa grûpeke nenas narincoyek avêtibû otombîleke Hêzên Navxweyî, lê di encamê de ti ziyanên canî nebûn û tenê ziyanên madî rû dabûn.
Di dema dawiyê de çekdarên DAIŞê li rojhilatê Firatê çend teqîn û êrîş kiribûn û hejmarek kes hatibûn kuştin û birîndarkirin.
S. B