Piroje yasa ya çaksazîya hikumetê gehişte Perlemanê

Piroje yasaya çaksazyê, ku duhî di civîna Civata Wezîran de hat pesind kirin, Evro, Pêncşembîyê, arasteya perleman Kurdistanê hat kirin.

K24- Hewlêr

Piroje yasaya çaksazyê, ku duhî di civîna Civata Wezîran de hat pesind kirin, Evro, Pêncşembîyê, arasteya perleman Kurdistanê hat kirin.

Li gor ragehandineka Perlemana Kurdistanê ew pioje yasa bi rêya wezîra Herêmê bo Karûbarên Perlemanê gehişte destê desteya serokatîya Perlemanê û biryare desteya serokatîya perlemanê banghêşta perlemantaran bike bo rûniştina perlemanê bi armanca vexwîndina yekem bo wê piroje yasayê.  

Duhî, Çarşembîyê, 11/12/2019 Civata wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştîya Mesrûr Barzanî, serokê Civata wezîran û bi amdebûna Qubad Talebanî, cêgirê serokê wezîran civîya û piroje yasa ya çaksazîyî pesind kir.

Serokê Civata wezêran di wê civînê de, amaje bi wê yekê dabû, çaksazî piroseyeke berdewame û di pêngavên dahatî dem tevaya kertan ji xwe digire. Got jî: Di destpêka destbikarbûna kabîne ya nehem, me soz dabû evê piroje yasayê bişînîn perlemanê. Ev piroje yasa ya teva ya alîyên pişikdar e di hikumetê dem û ji bo berjewendîya giştî û dadperwerîyê ye, bêguman jî xelkê hejî mafên wan dê paraztî be.