Li Rojava ya Kurdistanê hêzên Emerîka û polîsên serbazîyên Rûsiyê rê li hevdû girtin
K24- Hewlêr
Nûçegehanê Kurdistan 24 ragehand dema ku hêzên Emerîka ji Dêrkê berev Girkê Legê ve diçûn û polîsên serbazî yên Rûsiyê ji Girkê Legê berev Dêrikê ve diçûn, li gundê Gir Qehfik a ser bi bajarokê Girkê Legê ve gehiştin hev û herdû alîyan rê nedan hev ku derbaz bibin û bû sedema wê yekê ku rêya Dêrk û Girkê Legê zêdetir ji demjimêrekê girtî bimîne.
Dohî jî dema ku karwaneke polîsên serbazî yên Rûsiyê ku ji nêzîkî çil otombêl û zrîpoşan pêk dihat, dixwest derbasî bajarokê Til Temir bibe, hêzeke Emerîkî rê li ber wan girt û piştî navbênkarîya Hêzên Sûriya Demukrat, ew karwana Hêzên Rûsiyê careke din vegerîya navenda hêzên Rûsiyê li bajarokê Eyîn Îsa ya Reqayê.