Efrîn.. Grûpên çekdar malên 2 xortên hatibûn kuştin talan kirin

Grûpên çekdar ên Efrîn dagîrkirine tiştên berê nebûne jî dikin. çekdaran malên herdu welatiyên ku berî hefteyekê bi guleyan hatibûn kuştin, talan kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên Efrîn dagîrkirine tiştên berê nebûne jî dikin. çekdaran malên herdu welatiyên ku berî hefteyekê bi guleyan hatibûn kuştin, talan kirin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê belav kir, duhê 16ê Hezîranê polîsên leşkerî û grûpên çekdar malên herdu welatiyan Ebdilrehman Şêx Bilal û Henan Husên yên berî hefteyekê li ser riya Efrîn-Raco hatibûn kuştin, talan kirin.

Wê rêxistinê diyar kir, dema xwediyê xortên hatine kuştin Ebdilrehman Şêx Bilal û Henan Husên li gundê Şêx Êhmo li şîna kurên xwe bûn, hejmarek ji polîsên leşkerî û çekdaran ketin malên wan ên li taxa Eşrefiyê û tevahiya kelûpelên di malê talan kirin.

Amaje bi wê yekê kir jî, çekdaran li pêş çavê xelkê kamyoneke mezin anîn û bi tevahiya kelûpelên di nav male de dizîn û birin.

Roja 8ê vê mehê du xortên Kurd Ebdilrehman Şêx Bilal û Henan Husên ên ji gundê Şêx Êhmo ne û li Efrînê rûniştine, dema ji Efrînê diçûn bazara navçeya Raco, li deşta Kitix li nêzîkî çatrêya Mabeta bi guleyan hatibûn kuştin.

 

S. B